Siyasetmedarên ku dijminê Xwedê ne; bi çîrok û honakên medyatik û bi xerabkirina aborîyê dixwazin kêfa bawermendan xerab bikin. Wan di rih û derûnîyê de têk bibin da ku Misilman dev ji xwe biqerin û hêvîya xwe ji rêya Xwedê qut bikin. Dijminên Xwedê, ewqas dijminê rastîyê ne ku li ser rêya rast jî dirûnin. Ji bo ku te ji rê derxin dikarin xwe têxin her rolî, dikarin xwe têxin kirasê te û dikarin şaşikeke kesk jî bidin serê xwe.

Ayet/nîşanên Xwedê eşkere ne û yên Wî ne. Lehî, erdhejî, hezaz (hilweşîna axê), teqîna çiya û bahoz tevde nîşanên eşkere ne û yê Wî ne. Zanistê ku rastîya wan veşêre, nezanê pêşeroja xwe ye.  Ayet/nîşan, li her derê ne lê piranî kor li dora wan digerin. Berhemên dîrokî, rastîya paşerojê ne lê korên bi dilxwestî naxwazin rehetîya xwe xerab bikin. Turîstên ku naxwazin rastîya paşerojê têxin rojeva xwe, bi çîrok û bawerîyên mirîyan mijûl dibin. Ew bawerî û çîrokên pûç, wêneya wan turîstên rojane ye ku dawîya wan weke hev e.

Neheqî, peyasa mirovan xerab dike lewma mirov jî ji tirsa feqîrîyê bêahlaqîyê dikin. Ji ber tengasîya aborîyê hîleyan dikin. Ji ber enfilasyona bi neheqî, tirsa feqirtî û pêşerojê peyde dibe. Ji ber ku hin mirov bi eyara terazîyê dilîzin, bi eyara hejmaran dilîzin, neheqî; peyde dibe lewma di civakê de ewleyî û bawerî namîne. Kedhelal û parîhelal nayên dîtin.

Herimandina jiyanê, hêvîya mirovên paqij dilewitîne. Benqe û tefecîyên kedxwar, bi ribayê /bi faîzê pereyan difroşin û peyasa pişgirî û destekkirina civakê xerab dikin. Di civakê de “jixwerebûn” û “bêewleyî” bawerîya “qarda hesen (deynê xweş)” ji holê radike ku ew jî daxwaza Allah e.

Ji ber diltirsîya pêşerojê, daringên ku hiş û aqil dinixumînin; rêya Xwedê asteng dikin. Daringên dijminê aqil, rêya baş ji ber çavan dibin. Xizmetê ji bêaqilîyê re dikin. Yên ku wan daringan difroşin, ew jî xizmetê ji nebaşîyê re dikin, ew jî rêya aqilane dixitimînin.

Rih, dixwaze xwe nêzîkî Rebbê xwe bike. Daxwaz li her derê diçine bal Reb lê cihên evdîtîyê weke mizgeftan ji bo prestîja Xwedê pir girîng in lewra bawermend dixwazin pevre evdîtîyê bikin û Xwedê jî dixwaze ku bawermend pevre nimêj bikin. Xerabkirina cihên evdîtîyê, rêya Allah asteng dike. Yên ku bombeya dixin mizgeftan, yên ku di camîyan de kuştinê an jî tiştê fahşitîyê bikin hûn dizanin bê heqê wan çiye.

Astengkirina hînbûna Qur’anê, gunehekî mezin e. Eger mirov bibêje: “Hînbûna Qur’anê zor e, fêmkirina wateya wê pir zor e, hezar wateyê wê hene ti kes jê fêm nake…” jî astengkirin e. Ew çi bikin dîsa jî wê Allah, nûra xwe temam bike. Eger mela bin û şêx bin jî ku ayetên Xwedê veşêrin ew jî dizanin bê wê çi bê serê wan.

Muzîk û frekansên nebaş, mirovan ji Xwedê dûr dixin. Ji xwe ku gotinên perçê muzîkê jî kelavajî be an jî bêedeb be yekcar serê mirovan pê xerab dibe û dil diqilûpe, êdî dil bi awiqandinê tê astengkirin. Beravajî vê, deng û frekansên Qur’anê bawerîyê zêde dike û ji bawermendan re şîfa ye. Yên ku li Qur’anê xwedî derkevin, wan barîqatên li pêşîya huzûrê radikin. Yên ku Qur’anê ji xwe re dikin ronî, tefnik û xefikên derewîn li ber wan ne tiştik in.

Kesên ku xêr, zike, sedeqe, fitre û qurbanan asteng dikin bila hesabê xwe bikin.  Bila zanibin ku ew dînê Xwedê dideriwînin. Ew, mal û milkên xwe  di rêya fahşitî û xerabîyê de xerç dikin. Ji bo ku rêya Allah asteng bikin perê xwe xerç dikin. Sponsorê konserên fahşitîyê ne lê bawermend, di rêya Allah de xerç dikin: meyxana digirin û di şûna wan de fêrgehên Qur’anê ava dikin, qumarxaneyan digirin û di şûna wan de mizgeftan vedikin.

Yê ku naxwaze bibîne, naxweze kesên din jî bibînin da ku bibin weke hev. Ew şaş bûne dixwazin hûn jî şaş bibin. Wan rêya rast winda kirîye, dixwazin hûn jî winda bibin.

Fetihkerên rêya Allah; pêşîya rastîyê vedikin ku biherike, ronîyê didin derewên pûç ku bihelin.