BIBEXŞÎNE
Helbesta Bexşandinê: bibexşîne ezbenî /ez mazlûmê xwe /ez zalimê xwe/ez zalimekî mazlûm/ mazlûmekî zalim
BIBEXŞÎNE
çiqasî vê zilmê min bi qîmet kiribe
û bi firaqan bûbim tiştek jî
çiqasî ez bi evîn û stranan dawa qîmetê xwe bikim
û ev teşqelê mirovan ji min re bûbin azmun jî
kes nagihê tahma wê êşê
hêja ye mirov li ber hewara jana esîl be
gidî bisekin
ez poşmanê te
min çiqas danustendin kirîbin
û ez çiqasî gilî bikim jî
di xurdê min de ye
ku paşeroj şiqaman li min bixe
her çiqas min deşt û çiya li xwe elimandibin
û heta bi riwekan jî bûbine dijminê min
hemû gelemşetîya min
ji bo ku ez bi te re tenê nemînim
lê vaye li bal te me
dîsa giliyê xwe li bal te dikim:
bibexşîne, ezbenî
ez mazlumê xwe
her çiqas serê min tevlîhev be
û biryarên min bi nezantî û bi lez bin jî
gelo çi bikim ji lehiya hestên kelgerm
ku min li ber xwe bibe jî
tu min tebût bike
û bibore Xwedîyê min
ez nezanê hestên xwe
her çiqas min pesnê yarê
bi hestên demborî da be jî
jixwe eyb e
ku ji te pê ve ez pesnê kesî din bidim
min qebhetên nezanî nivîsandibin jî
û her çiqas hunera min
bertekên zarokî bin jî
jixwe min çi neheqî kiribe
tê li min diqelibe
bibexşîne, ez gorî
ez, zalimê xwe
her çiqas di erdeke dagirker de
nasnameke min a durû
çandeke me ya duzimanî hebe jî
li me negre
bila seata mirina gel niha neyê
vê sedsalê jî xwe li me bigre
her çiqas êşên me ne weke hev bin jî
derengmayînê li paş bixe
her çiqas ya dilê xwe min bi nav nekiribe jî
tu pê dizanî bê ez dixwazim bighêm çi miradî
çiqa min xayîntî li hêviyan kiribe
weke gelekî kedîkirî
weke xulamekî ferman qebulkirî
rastî xweş e: em xayinê xwe
her çiqas ji bo forsa xwe ez tevgeriyabim
û min navê xwe li ser her tiştî qewartibe jî
ji xwe her tişt ên te ne
û navê herî xweşik û mezin jî
divê min mohra te
li her dilê fetihkirî xistiba
lewra navên te zindî ne
lê yên min dibin dîrokeke derewîn
her çiqas min deynê xwe pêşî înkar kiribe
dûvra bi derengî hiştibe
û gelek caran min hesabê te nekiribe jî
ez deyndarê te yê her tiştî
ez dehîyê te
piçekî din xwe li me bigre
dibe ku kad bide dara bawerîyê
li ser secadê
ez evdekî li berxweketî
bibexşîne, li min negre
ez, zalimê mazlum
zalimekî mazlum
mazlûmekî zalim…
— Zîver Îlhan

1 Yorum
Nurettin Yiğit
18.01.2026 19:59:42
Se'etâ te xweş Mamoste, Te dîsa gavekî giran avêt ku, Payîz, çêle, nubihar u havîn kete ber! Bi hêvî me ku, dar a bahwerîyê berî sersaleke dî kâd bidê!