Niza bê ji bo çi ez li ber derê xelkê şêrê

nobî me, li ber derê xwe rûvîyê kozka

mirişkê me. Gelo ez dijminê axa xwe me 

an ez xayînê rihê xwe me? Çima ez ji

xerîban re baş im lê ez ji hemwelatîyên

xwe re nebaş im? Ev çi êş e ku ez pê

ketime? Gelo ez durûyekî zane me an 

nezanekî durû me?

Ez heyranê welatê xelkê me. Min çand û 

dîroka wan jiber kirîye lê ez biyanîyê çand û 

dîroka xwe me. Ez dikarim bi şev roj wan

biparêzim lê ez welatê xwe hewceyî

parastinê jî nabînim. Ez pisporê pisgirêkên

wan im lê ez nezanê civaka xwe me. Ez 

dikarim ji bo xelkê mêranîyê bikim lê ji bo

mirovên xwe destê xwe nalebitînim. Ez ji

bo xelqê şêr, ji bo xwe kerê nêr im. Ez 

fedayîyekî rind im. Ji bo pesnê min bidin

ez dikarim rihê xwe bidim. Pevçûna ku ne 

ya min be jî ez xwe dixê mê. Ez leşkerekî

bi peran im kerekî bêterî me. Ez, miriyê di

ber xelqê de şîniyê di ber xelqê de me.

Ez li xwe bêtir li xelkê difikirim. Ji xelkê

re kewgir, ji xwe re mişkgir im. Pêşî

qîmetê didim hinka din. Pêşî qîmetê didim

yên dûrî min lê ti carî dora min nayê. Xelatên xweşik û biha ji xelkê re dikrim. Xizmet û hirmeta mezin ji xelkê re dikim 

lê heman qedir û qîmet li min navegere. Ez 

ji xelqê re masîgiro, ji xwe re kûsîgiro

me. 

Ne ez tenê lêbelê hinek bawermendên 

wêrek hene ku dikarin ji bo birayên xwe 

yên wî alî dinyayê biçin şer lê ji bo 

hemwelatîyên xwe yên ku neheqî li wan 

dibe tiştekî nakin. Dikarin li vî welatî jî 

têkoşîna bawerîyê bikin. Dikarin li vî warî 

jî li dijî neheqîyê derkevin. Dikarin li vê 

jiyangehê jî serî li hemberî zordarîyê rakin 

lê nakin. Ji xwe ji bo ku ji vê rastîyê 

bazdin, ji bo ku vê rastîya nav lingê xwe 

nebînin diçin dûrî welêt têkoşînê dikin. 

Helbet alîkarî ji wan mirovan re jî divê lê 

şervanên bawermend çima cihê azmûna 

xwe diguherin? Eger di rêya Xwedê de koç 

bikin heqê kesî û rexneyê namîne lê ku ne 

wisa be ji bo çi direvin? Gelo dijmin 

dijwar e an hevalê dijmin in û wî dijmin 

nabînin? Rastî tahl e, gîhayê hewşê jî tahl 

e. Em ji rastîya dûr re wêrek, ji rastîya 

nêzîk re newêrek in.

Fêda min ji derve re heye lê dost û hevalên

min ti fêdê ji min nabînin. Ez dikarim ji

cîranê xwe re karên baş bikim lê ji nav

malê re zerar im. Dikarim ji kesên biyanî

re projeyên têkuz çêbikim û bikim ku

welatê me pê talan bibe û biherime. Ez 

dikarim ji bo armancên neyaran çekên

dijwar û bombeyên bibobelat bikşînim

welatê xwe. Ez li welatê xelkê çopekê jî

navêjim erdê lê bi welatê xwe de dirîm. Lewra ji xelkê re hêkan dikim ji me re 

zelqan dikim. Ma min ji xwe fêm kirîye ku hûn ji min 

fêm bikin? Bûyer, tevger, gotin, kar û 

zanînan ez li nav hev dixim, ma ez dihêlim 

ku hûn fêm bikin?