TE JÎ HEQ KIR
Sedema her tiştî heye. Ya ku tê serê te jî. Eger tu neheqîyê berdewam bikî ez jî hew li ber te dikevim.
TE JÎ HEQ KIR
Te gelekî dilê min hişt. Xebîneta kêf û eşqa ku min li ser te dikir. Tu yeke zahf bi paye bû. Te min ti carî nedieciband û te guh jî nedida min. Ji ber sedemên aborî ez ne li gorî te bûm. Ji ber sedemên sîyasî divê em dûrî hev bana. Te nexwest dilê min bibînî lê min jî nedixwest ez rastîyê bibînim. Min hişt ku tu min gelekî bixapînî lewma di têkoşînên ku ez neketimê de jî têk çûm. Te rastîya evîna min gelekî nixumand. Te nexwest ez hebim, nexwest ez xuya bikim. Ez hebim jî piştî wan bijêrkên çêtir ku bi dest te nekevin divê min xuya kiriba. Ez bijêrka duyemîn bûm. Tu gelekî pozbilind bû, te min di bin xwe re didît lê tu ketibû çav xwe de lewma te nedixwest rastîya xwe bibînî. Heqê te hebû ku tıı yekî ji xwe çêtir bikî lê bi saya difreya xwe te xwe ji min çêtir didît ne ku tu ji min baştir bû. Min gelekî li ber xwe da ji bo ku ez dev ji wan hestên xwe yî ji dil û hêvîdar neqerim lê ez di wê têkoşînê de jî mirim.
Ku ez niha te bêevîn û bêmêr dibînim, ku ez te bêav, bêmerdan û bêcot wisa beyar dibînim, dilê min bi te dişewite lê ku ew forsa te ya bi neheqî tê bîra min ez dibêjim: Qenc û xweş lê hat. Wê jî heq kiribû.
Ez di ti şeran de têk neçûm lê dîsa jî têkilya me ya kole û efendîyan bû. Te ji min nepirsîye û ji xwe re qanun danîne. Di kîjan şerî de te min têk biriye ku têkilîya tu dikî bûye ya dagirkeran? Ji ber sedemên aborî divê ez ji te re şixulîbama. Ji ber sedemên sîyasî divê em weke hev û yek xuya kiribana. Berdan nîne, telaq nayên avêtin lewra jixwe ez tine me, tu bi xwe re zewicîyî, tu ji xwe tenê hez dikir. Tu hezkerê xwe bû. Te nedixwest ez hebim, nedixwest xuya bikim. Hebama jî divê weke hêmaneke folklorik, weke çandeke herêmî, weke zimanekî mirî lê di devoka zimanê te de dijî bama. Wisa bêjî, wisa bêkok min hişt ku tu min gelekî li paş bixe. Jiyana me bi îspata hebûna me derbas bû. Nizanim bê çima min te ji xwe re kiribû noter.
Ez nezikreş im dîsa jî û hê jî li hemberî neyaran dilê min bi te re ye lê ku kafirya te tê bîra min wextê ku te rastîya min dinixumand, çaxê ku te nedixwest zimanê min xuya bike, dema ku ez bêxwedîkî bênav bûm, ha îcar ez li te têm xezebê. Di şer û pevçûnan de bi xwe re nabînim bêm alî te. Ji min nayê destê xwe bavêjim te. Ez gunehê te me. Xwe ji min towbe bike. Dema ez te di nav lepên gawiran de dibînim kezeba min li ser te dişewite lê şîrka ku tu tê de tê bîra min ez dibêjim: Qenc û xweş lê hat. Di nav du îlahan de diçû û dihat. Cilên rastîyê li derewan kiribû. Ne me xêrek jê dît ne wî xêrek ji xwe dît. Dilê te perçe perçe bû. Ma çi heqê te li me hemû? Êdî fîşek bi ser te de bibarin û balafir jî bi ser te de valakin ez li ber te nakevim! Te zû de heq kiribû. Baş e ku Xwedê hêzdarekî bi hêzdarekî din disekinîne. Mirovna bi mirovne din diqewirîne. Şikir ji Xwedê re, qenc li te hat!
Min bi xwe towbe kiriye: Ez hew meylî zaliman dikim, hew neheqan diparêzim. Piştî paqijîyê dilê min bûye zêr. Ez hew ji herkesî hez dikim û herkesi ji xwe re nakim hemraz û pişgir.

2 Yorum
Firat AYGUN
02.08.2026 16:55:30
Destê te sax be. Ev nivîs tenê gotinên hestyar nîne; bi metaforên xwe û zimaneke xweşik, kûr û xwezayî, xwendevan dixe nav ramanan. Min gelekî ji awayê ku te hest, dîrok û rexneyê di nav hev de anî hez kir. Hevok bi awayekî xweşik li hev girêdayî ne û ziman ne zext e ne jî xemilandina bêwate ye. Ev nivîs nîşan dide ku kurdî dikare hem edebî be hem jî bi hêz û bi bandor fikr û hestan ragihîne. Spas ji bo vê xebata bedew û bi nirx.
Abdullatif İNAN
01.08.2026 02:00:03
Değerli hocam Yazdığınız her satırın okura ışık olmasını, kitabının yolu ve bahtının açık olmasını dilerim saygılarımla