Kesekî ku bixwaze dînê xwe bi zimanê xwe, bi zimanê dayikê an jî bi zimanekî ku dixwaze pê fêm bike gelo astengkirina wî kesî dikeve kîjan sûcî?

Eger hînkerekî dîn, biryarê bide bê wê bi kîjan zimanî dîn bihînkirin bide lê ew biryar ji kesên ku dixwazin hîn bibin re çewt be gelo ew hînkerê dîn çi guneh kirîye?

Ez vê û hemî pratîkên bi vî rengî hemukan şermezar dikim ku xutbeyên bi Kurdî qedexe dikin, Kurdan ji mafê guhdarîkirina xutbeyeke bi zimanê xwe jî zêde dibînin û li dijî kitêba Xwedê tevdigerin û armanca wan ku Misilmanan ji Îslamê sar bikin.

Dema ku ez biçim mizgeftê an camîyê ez dixwazim bi zimanê dayika xwe, bi zimanê ku bêtir bandor li min tê li weaz an li xutbeyan guhdarî bikim. Ger ev qedexe li gorî ola Xwedê be, bila ayetekê an hedîsekê wekî delîl pêşkêş bikin. Ger qedexeyek fermî be, bila qanûnekê an rêziknameyekê nîşan bidin. Li gorî kîjan ayet an hedîsê dayîna xutbeyeke bi Kurdî guneh e? Li gorî kîjan qanûnê ev sûc e? Mafê welatiyan heye ku bizanin.

Ez naxwazim wan hevokên li ser qedexekirina xutbeya Kurdî li vir binivîsînim ku li medyaya civakî de hatine nivîsandin lewra bi vî awayî ezê kêfa kesên ku tenê kesan nebaş dikin bînim.  Bi mîlyonan Kurd hene ku Tirkî fêm nakin. Çi plana we heye ku ji wan re li ser dîn çi bibêjin? An hûn ê bibêjin, "Ji her tiştê ku îmam dibêje tenê bibêjin: ‘amîn’ jixwe, hûn Erebî jî fêm nakin"?

Herwiha, kesên ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye, dema ku guh didin duayên bi Kurdî û dibêjin "Amîn", an jî dema ku guh didin weaz û xutbeyên bi Kurdî, giramîyeke mezintir a psîkolojîk û hestyarî hîs dikin. Ev ji bo hemî zimanên din ên dayikê jî rast e. Dema ku hûn israr dikin ku divê her tişt di mizgeftê de bi Tirkî be, ew dipirsin, "Çima, ma Xwedê bi Kurdî fêm nake?" mirov matmayî dimîne.

Ez ji Serokatîya Karûbarên Dînî (Dîyanet İşleri Başkanlığı), -ku ewqas budçeya wê ya mezin û bi hezaran pisporên dînî hene- dipirsim: "Di derheqê dîn de ewqas pirsgirêkên têgihîştina nerast hene û bi ser halan de çima hûn astengiyek din di navbera min û Xwedê de derdixin ku ji damara min a stûyê nêzîktirî min e, çima hûn pêşîya zimanê dayikê digirin ku ji bo têkilîyê girîng e?" Ma ev baweriya we zêde dike? Bi zimanê ku ez pê samimi me wê samîmîyeta min a di dîn de bêtir bibe lê ma hûn bi vê sepanê ji kê re xizmetê dikin?

Ku em ji îmaman re bibêjin: “Biçin wateya Quranê bixwînin.” ji me re gotineke beradayî xuya dike. Bi taybetî ji ber ku muftî di astek bilindtir a perwerdehiya dînî distînin; piraniya wan hafiz in û Quran jiber kirine. Ew nikarin ji ayeta Xwedê, "Cûrbecûr reng û zimanan" bêxeber bin. Ew nikarin bêxeber bin ku tu netewe ji neteweke din nebilindtir e. Wekî din, her kesê ku hinekî hay ji zanîna dîroka nefermî hebe, hestyarîya Kurdan a zimanê Kurdî û êşên ku ji ber wê kişandine dizane. Îmam nikarin weke ku nizanîbin weke ku nedîtibin rastîyê binixumînin. Mela nikarin bibêjin, “Em bi biryara Îslamî ya nixumandina rastîyê nizanin.

Berîya çend salan, Serokatîya Karûbarên Dînî wergerek Kurdî ya Quranê weşand. Her Kurdek ji bihîstina vê yekê kêfxweş bû. Ma ev tê vê wateyê ku xwendina ayetên ji wê wergera ku ji hêla Serokatîya Karûbarên Dînî ve hatiye weşandin niha di mizgeftan de qedexe ye? Mirov naxwaze ji tiştekî wilo bawer bike.

 

Bi rastî, Serokatîya Karûbarên Dînî pir qîmet dide pirzimanîyê: xutbeyan bi Îngilîzî, Almanî, Rûsî û Spanî jî amade dike. Armanc ew e ku Îslamê bi geştiyaran bidin nasîn û bi axaftina bi zimanên wan têkiliyekê ava bikin. Lêbelê, dema ku dor tê ser Kurdî rewş diguhere. Kurdî vediguhere fîgurek ku heta bi biryareke Îslamî jî li ser nayê dayîn.

Ji bo her kesê ku ne girêdayî nejatperestî û serdestîyê ye, çareserî hêsan e: Li herêmên ku piranî bi Kurdî diaxivin, weaz an xutbe bi Kurdî wê bên amadekirin û ji bo kesên ku Kurdî fêm nakin jî wê nivîsek kurt bê amadekirin û xwendin. Li parêzgeh an navçeyên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê, ji bo kesên ku Kurdî fêm nakin mizgeftek navendî wê bê hilbijartin, weaz û xutbe bi Tirkî bêne xwendin, nivîsek kurt jî bi Kurdî divê bê amadekirin.

 

Bi mahneya zimanê fermî eger hin mirov dewletê ji xwe re bikin îlah, evê bike ku di Dîn de jî cudatî çêbibin. Divê em ji bîr nekin ku di dîrokê de sedema sazkirina gelek mezheb û tarîqatan an sîyasî ye an têkoşîna hêzê ye. Divê dewlet ji alîyê ziman, dîn û nejatê ve ferqê nexe nav hemwelatîyan û dûrîtîya wê weke hev be. Eger karmendên dewletê li dijî vêna tevbigerin divê bên teqezkirin û divê nederkevin derveyî vê çerçoveyê. Roja ku Misilman ji mizgeftan bêne sarkirin wê kî hesabê vê bide?

Li perestgehan qedexekirina zimanekî, dibe ku li dijî azadîya dîn û wicdan weke zêdegavîyê bê tewanbarkirin. Jixwe eger bi tewanbarkirina li dijî Makezagonê û laîkltîyê dawe vebin wê bêtir îş li nav hev bikeve. Tê dîtin ku ev sepanên wisa, jiyîna çanda dîn dixin zorê û dike ku dile civakê bişkê. Ev eşkere ye ku eger mirov di peresgehan de bi zimanê dayikê an jî bi zimanê ku bêtir jê fêm dike bigihêje agahîyên dînî wê ev xwe bi girêdana civak û dîn hêzdartir bike.   

Weaz û xutbeya Kurdî ne suc e ne guneh e. Ji gel re weke şîrê dayikê helal e. Ez hêvîdar im ku wê rayedar bi daxuyanîke fermî eşkere bikin û wê ev sepanên keyfî xelas bibin.